20 Îlon 2018•Rojanekirin: 20 Îlon 2018
ÎDLIB/ANKARA
Ji destpêka şer virda Îranê kêmzêde 120 hezar şervanên biyanî li aliyê Beşar Esedê mitefîqê xwe da şerkirin. 22 koman ji 3 aliyan va bajar dorpêç kirine û li 232 ciyan dixebitin.
Rejima Beşar Esed ev demeke dirêj e li Sûriyeyê operasyonên li dijî mixalifan bi terorîstên biyanî yên di piştgiriya Îranê da dimeşîne. Ev komana nika herî zêde li der û dora Îdlib, Şam, Hums, Dêrazorê û sînorê Libnanê bi cî bûne.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên medyaya komên terorîst, çapemeniya Îranê û komên mixalif ên li Sûriyeyê berhev kir, Rêveberiya Tehranê ji sala 2014an pê va milîs sewqî Sûriyeyê kirin.
Lêbelê beriya vê jî milîsên Hizbullaha ku Îran piştgiriyê didê derdiketin hemberî mixalifan. Hizbullahê cara ewil di sala 2012an piştgirî da rejimê. Rêxistinê 6 meh piştî vê jî îlan kir ku piştgiriyê dide rejimê.
Di wê heyamê da fermandarên Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê bi navê şewirmendiyê esker jî bi navê şervaniyê li wan deran dixebitîn. Mihafizên Şoreşê tevlî şer bûn, perwerdeya eskerî dan komên milîs ên Esed.
- Îdlib ket destê mixalifan tevkariya Îranê zêde bû
Di sala 2015an da mixalifan tevahiyê Îdlibê bi dest xistin û nêzî Lazqiyeyê bûn li ser vê hêzên Îranê hebûna xwe ya di operasyonan da zêde kirin.
Beşar Esed di serê 2015an da diyar kiribû ku artêş di rewşeke zor da ye, hejmara eskeran têrê nake.
Artêş û îstixbarata Îranê ya ku dixwazê rejimê li ser piyan bihêle ji Efxanistan û Pakistanê bi dehan hezar şervanê terorîst ên biyanî anî Sûriyeyê.
Hêzên di piştgiriya Îranê da herî zêde birin ser Helebê. Van hêzan bi sedan hezarî kesên li vê herêmê dijî qasî 4 mehan di nav dorpêçê da girtin, paşê herêm teslîmî rejimê kirin. Dîsa heman koman Hums, Xutaya Rojhilat û Quneytra qasî 4 mehan dorpêç kirin û vala kirin.
Komên di piştgiriya Îranê da paşê berî xwe dan Îdlibê. Komên terorîst ên di piştgiriya Îranê da di van 3 mehên dawîn da Îdlib ji rojhilat, rojava û başûr va dorpêç kirine.
- Nîvê milîsan li dora Îdlibê ne
Tê zanîn ku li Sûriyeyê 120 hezarî zêdetir milîsên di piştgiriya Îranê da hene. Halêhazir nîvê wan li dora Îdlibê ne.
22 komên terorîst ji 3 aliyan va Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê dorpêç kirine û li 232 ciyan dixebitin.
Çavkaniyên li Îdlibê agahî dan nûçegihanê AAyê dibêjin heke operasyonek were kirin milîsên li Hums û Şamê bi cî bûne jî ew ê werin Îdlibê.
Îranê di êrîşên li ser mixalifan da gelek kesên payebilind jî dan der.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê, medyaya nîvfermî û ya fermî berhev kirin ji sibata 2013an vir da herî kêm 15 general di pevçûnan da hatin kuştin.