Ekip
28 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
CENEVRE
Berdevka Konseya Rohîngya ya Ewropayê Dr. Anita Schugê diyar kir ku li Arakana eyaleta Myanmarê di 3 rojên dawîn de di êrişên mensûbên artêşê li dar xistin da di navbera 2 hezar û 3 hezarî da misilman hatin qetilkirin.
Berdevk Schugê bo peyamnêrê AAyê axivî û got: "Li Arakanê qetlîamên mensûbên artêşê di rojên dawîn de li dijî misilmanan dikin, ji bûyerên 2012an û komkujiyên çiriya pêşîn a par qat û qat zêdetir in. Rewş hîç ev qasî xerab nebûbû. Em li Arakanê bi qirkirineke hêdî hêdî re rûbirû ne."
Schug anî ziman ku tenê li bajarê Rathedaunga Arakanê li gundê Saugparayê di navbera 900 û 1000î de misilman hatin kuştin û tenê zarokekî kurik ji vê qetlîamê bi saxî xelas bûye.
Herwiha neqil kir ku li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hildane di 3 rojên dawiyê de herî kêm 2-3 hezar însan hatine qetilkirin.
Wek din behsa wê yekê jî kir ku ji îro pê ve 100 hezar sivîl li Arakanê ji cihê xwe bûne, 2 hezar misilmanên ji Arakanê jî li sînorê Myanmar-Bangladeşê asê mane û aliyê Bangladeşê ji aliyê hikûmetê ve hatiye girtin.
Berdevka Konseya Rohîngya ya Ewropayê wiha agahî da:
"Gundên Anaukpyin û Nyaungpyingi ji aliyê xelkê bûdîst ve hatine dorpêçkirin. Xelkê gund name ji hikûmeta Myanmarê re nivîsandin û gotin em masûm in û tevlî sûcan nebûne. Daxwaz kirin ku dorpêç rabe û gund bên derxistin. Lê hikûmeta Myanmarê cewab jî neda wan. Em jimara wan nizanin lê jiyana bi sedan kesên di wan gundan de di bin xeterê de ye."
Schugê got ji bajarê Auk Nan Yarê di 23ê Tebaxê de 100 gundî birine cihekî nediyar û ji eqûbeta wan xeber nayê hildan û fikar dikin ku hatibin kuştin.
Schugê herwiha diyar kir ku ji bo qetlîam were sekinandin divê NY di serî de hemû raya giştî ya navneteweyî deng xwe derxe û helwestê bigire. Berdevka Konseya Rohîngya ya Ewropayê Dr. Anita Schug