Ahmet Aydın
31 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, di peywendiyên telefonî yên bi boneya Cejna Qurbanê, digel Serkirdeyên Welatên Îslamî de, ji bo qeyrana mirovî ya li Myanmarê, bangewaziya xurtkirina hewlên dîtina çareseriyê kir.
Li gorî çavkaniyên Serokomariyê, Serokomar Erdogan îro digel Serokê Komara Îslamî ya Morîtanyayê Muhemed Weled Abdulazîz, Serokomarê Komara Îslamê ya Pakistanê Memnûn Husên, Serokomarê Komara Îslamî ya Îranî Hesen Rûhanî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî peywendiyeke telefonî encam da.
Serokomar hêvi xwest ku Cejna Qurbanê bi taybet ji bo alema îslamî û bi giştî ji bo hemî mirovahiyê bibe wesîleya xêrê. Herwiha balkişand ser wê yekê ku pêşhatên li Sûriye, Iraq, Yemen, Filistîn û Libyayê dibin sedema dilşikestîbûnê di cejna misilmanan de.
Erdogan destnîşan kir ku tundiya li dijî misilmanên li Myanmarê Alema Îslamê xembar dike.
Serokomar Erdogan, bi boneya Cejna Qurbanê, bangewazî li Serkirdeyên Welatên Îslamî kir ku ji bo qeyrana mirovî ya li Myanmarê, hewlên dîtina çareseriyê xurttir bikin.
Hat ragihandin ku trafîka telefonê ya Erdogan wê dewam bike.