İbrahim Atmaca
07 Îlon 2020•Rojanekirin: 08 Îlon 2020
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê hat dayîn, navenda erdhejê navçeya Ramiyanê ya li ser eyaleta Gulistanê ye, li gor saeta herêmî di 02.04ê da çêbû.
Hat gotin ku erd 9 kîlomêtre di kûrahiyê da hejiyaye.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) Navenda Kontrol û Kordînasyona Operasyonê ya Teşkîlata Xelaskirin û Alîkariyê ya Heyva Sor daxuyanî da û wiha got, "Di avahiyên hin gundên Ramiyanê da xesara madî çêbû. Li gundê Kuruçayê 7 û li gundê Elhadiyê 3 kes birîndar bûn."
Hat gotin ku li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.