Muhammet Kurşun
09 Hezîran 2017•Rojanekirin: 12 Hezîran 2017
MANAMA
Piştî Mîrektiyên Erebî yên Yekbûyî Behreynê jî piştgiriya Qeterê wek sûc ragihand û dê heta 5 salan ceza bê dayîn
Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Navxweyî Behreynê de hat ragihandin ku dê hemû parvekirinên nivîskî, devkî yan jî bi şêweyekî din piştgiriya Qeterê bikin bi cezayê pere û heta 5 salan hepsê werin cezakirin.
Îmaratê jî bi heman awayî diyar kiribû ku dê ji 3 heta 15 salan hepis û ji 136 hezar dolarî zêdetir cezayê pere were dayîn.