31 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 01 Mijdar 2016
CHICAGO
Li Chicagoya bajarê Amerîkayê beriya Cejna Halloweenê dawiya heftê êrîşên çekdar hatin kirin û di êrîşan da 14 kes mirin, 39 kes birîndar bûn.
Chicago li welêt cihê ku herî zêde sûc lê tên kirin e. Li Amerîkayê dawiya heftê ya dawîn a beriya Cejna Halloweenê bajêr tevlihev bû. Cejna Halloweenê her sal di 31ê cotmehê da tê pîrozkirin. Beriya cejnê ji ber ku amadehî û çûyîn û hatin zêde bû, li bajêr êrîşên çekdar zêdetir bûn.
Li gor daxuyaniya Departmana Polêsan a Chicagoyê 19 êrîş hatin kirin û êrîş herî zêde başûrê bajêr hatin kirin. Li Chicagoyê ji êvara înê heta şeva yekşemê 14 kes hatin kuştin, 39 kes birîndar bûn.