30 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 01 Mijdar 2016
MÛSIL
Hat ragihandin ku li Iraqê yekeyên girêdayî artêşê tevî hêzên pêşmergeyê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de 4 gundên din ji DEAŞa rêxistina terorê xilas kirin.
Bînbaşi Ahmed Şemriyê li Fermandariya Operasyonên Neynewayê wezîfedar ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku yekeyên girêdayî tûgaya 16emîn Heqûla gundê ser qezaya Tilkêfê ku dikeve aliyê bakûrê bajêr ji DEAŞê paşve sitandin û destnîşan kir ku yekeyan hê operasyon nebiriye ser navenda bajêr.
Şemrî ragihand ku 9emîn yekeyên bizirx jî gundê Elî Reşê nava qezaya Hemdaniyê û nahiyeya Bertellayê de ji DEAŞê rizgar kir.
- Li herêma Başîqayê 2 gund paşve sitandin
Hêzên Pêşmergeyê yên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê, 2 gundên ser bajaroka Başîqayê ya dikeve bakûrê rojhilatê herêmê paşve sitandin.
Yuzbaşi Şerzad Zaxoliyê fermandarê pêşmergeyan ji nûçegihanê AAyê re wiha daxuyand: "Danê sibê operasyon hat destpêkirin, herwiha Kanûnê û Rojbeyana gundên nêzî bajarokê hatin rizgarkirin."
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di 17ê Cotmehê da daxuyandibû ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir.