Önder Beyter
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
KERKÛK
Parlamenterê berê yê tirkmen Fewzî Ekrem Terzîoglu destnîşan kir ku divê peywira cîgiriya serokê Herêma Kurdistana Iraqê bidin tirkmenan.
Terzîoglu daxuyanî da peyamnerê AAyê û wiha xeber da, "Li Herêma Kurdistana Iraqê piştî kurdan, miletê duyemîn ê girîng tirkmen in. Ji ber hindê cîgiriya serokê herêmê heqê wan e. Tirkmenên li herêmê divê hemû mafên xwe yên neteweyî, siyasî û çandî li ser zemîneke demokratîk biemilînin."
Terzîoglu herwisa bal kişand ku li Herêma Kurdistanê bi sed hezaran tirkmen dijîn û parlementerên wan hene û wiha pê da çû, "Kurd îro li hikûmeta Bexdayê xwediyê postêên wekî serokomar, alîkarê serokwezîr û wezîr in. Tirkmen jî li herêmê divê xwedan heman mafan bin. Herwiha divê di warê leşkerî û ewlekariyê da jî cih bidin tirkmenên ku di tevahiya xeleka dîrokê da di warê parastina herêm û welat da xwedan roleke diyarker bûn."
- "Tirkmen divê nayên paşguhkirin"
Terzîoglu dîsa bal kişand ku di têkoşîna dijî DEAŞê da fedakariya tirkmenan jî çêbû û herwisa qurbaniyên wan jî hene û wiha dewam kir:
"Tirkmen di serdema rêveberiya têkçûyî (serdema Sedam Huseyn) û 14 salên dawîn da gelek qurbanî dan. Ji ber hindê di rêveberiyê da tirkmen divê neyên paşguhkirin."