Haydar Şahin
08 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê saziyên civaka sivîl û welatiyan bertek nîşanî biryara Donald Trumpê Serok Amerîkayê ya ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas dike û balyozxaneya li Tel Avîvê barî Qudsê bike dan.
Saziyên civaka sivîl ên ku di nav wan da Memûr-Sen, Cemiyeta Mistezefan, Platforma Qudsa Azad, Nûnertiya Bajêr a ÎHHyê, Ozgur Der û Îxwan Der hebûn li Mizgefta Mezin a li Sûra navçeya Diyarbekirê ya ku wekî Herama Şerîf a 5an a Îslamê tê zanîn piştî nimêja înê biryara Amerîkayê ya ku Qudsê wek paytextê Îsraîlê nas dike protesto kirin.
Çalakvanên ku gelek caran tekbîr anîn pankartên ku li ser wan "Qehr bibe Trump", Quds bikeve Stenbolê bikeve, Stenbol bikeve umetê bikeve", "Qehr bibe siyonîzm", "Qudsê bê azan, bê nimêj û bê misliman nehêle Xwedayê me", hatibûn nivîsandin dabûn destê xwe û sloganên wek "Misliman ranezê li Qudsê xwedî derkeve", "Qehr bibe Îsraîl", "Ji Hemasê ra selam, berxwedan berdewam", "Quds ya îslamê ye, ew ê wisa bimîne". Mescida Eqsayê rûmeta me ye" gotin.
Hin çalakvanan alayên Tirkiye û Filistînê dan destê xwe, hat dîtin ku hin çalakvanan jî resma Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dane destê xwe.
Çalakvanan gotin ku Quds bêxweyî nîne, emanetê Hezretî Silêman, Hezretî Îsa, Hezretî Mihemed, Hezretî Omer û Selahaddîn Eyûbî ye.