Fatih Gazioğlu
08 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2017
MARDÎN/SÎÎRT
Li Mêrdîn û Sêrtê gelek welatî û saziyên civakî yên sivîl nerazîbûn nîşanî biryara Trumpê Serokê Amerîkayê ya ku Qudisê wekî paytexta Îsraîlê nas dike, dan.
Li Mêrdînê Memur-Sen, MUSÎAD, Weqfa Ensarê jî di nav de nêzî 57 saziyên civakî yên sivîl piştî nimêja înêyê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Li vê derê panqarteke ku bi tirkî, kurdî û erebî li ser "Quds ya umetê ye, li Qudsê xwedî derkevin" nivîsî hat vekirin.
Nûnerê Memur-Senê Mustafa Aydin li ser navê saziyan axivî û got ku Quds ji bo tewhîd û biratiya misilmanan emaneteke dîrokî ye û navê nirxeke mezin e.
- Sêrt
Li Sêrtê welatî û 56 saziyên civakî yên sivîl piştî nimêja ku li Mizgefta Çarşiya Evdilhekîm Sancak kirin bi pêşengiya Platforma Yekîtiya Sêrtê kom bûn.

Komê bêhnekê bi slogan û bi pankartên "Quds xeta umetê ya sor e", "Quds îstiqbal û îstiklala misilmanan e", "Quds ya misilmanan e" meşiyan.
Komê wêneya Trump û alaya Amerîkayê şewitandin û paşê jî tekbîr dan.