Ahmet Aydın
27 Tebax 2017•Rojanekirin: 29 Tebax 2017
CHICAGO
Fûara Wizard World Comic Con ku wek yek ji rengîntirîn çalakiyên DYAyê tê zanîn li Chicagoyê dest pê kir.

Çalakiya ku ji sala 1972yan ve tê li darxistin, li Navenda Kongreyê ya Donald E. Stephensê ku yek ji mezintirîn qada fûarê ya Chicagoyê ye, deriyên xwe ji ziyaretvanan re vekir.

Li Fûarê mekyac û cilên rengawreg bal kişandin.
Di çalakiyê de standên anîmasyonên grafîkroman, xêzeroman, lîstikên vîdeoyê, fîlm û televizyonan hatin vekirin.
Fûara ku tê çaverêkirin bi hezaran ziyaretvan beşdarî lê bike wê 27ê tebaxê biqede.