31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
AZEZ
Li Efrînê li gundekî ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ji PYD/PKKyê paqij kirin, komek tunel û zivingên di 4 mêtro binê erdê da hatin dîtin.
Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da Çiyayê Bûrseya paqij kirin, terorîst vekişiyabûn gundê Qestel Cindo.
Firokeyên cengê yên Tirk piştî ku mewzî û kuleyên li dora gund bombebaran kirin, Artêşa Tirkiyeyê û ASA pêş da çûbûn û gund bi dest xistibûn.
Piştî ku mewzî ji PYD/PKKyê hatin safîkirin, hêzên ewlekariyê dest bi lêkolîn û lêgerînê kirin û herwiha komek tunel û zivingên 4 mêtro di binê erdê da tesbît kirin.
Di lêkolînan da derket holê ku koma tunelan qaşo navendên komûtayê û noqte û kuleyên ku ji bo rêxistina terorê girîng in, bi hev va girê dide.
Di koma tunelan û zivingên ku AAyê dîmena wan kişand da eşkere bû ku ceyran kişandinê û alavên cuda yên jiyanê lê hatine bicihkirin ku 24 saetan bikaribin bên emilandin.
Dîsa hat tesbîtkirin ku zivingek piştî soyaxê hatiye boyaxkirin û ji aliyê rêxistinê va wekî buroya navendî hatiye emilandin.
Di stargehê da rojnivîskên Kurdî û Tirkî yên terorîstan, gelek dokumenên siyasî û wêneyên serkirdeyê rêxistina terorê Abdullah Ocalan hatin dîtin.
Li Efrîna ku PYD/PKKyê ev 7 sal in xwe lê qewî bi cih kiriye, tê zanîn ku li deverên asê û çiya gelek tunel û stargeh hatine çêkirin.