31 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2016
MEZARÊ ŞERÎF
Hat ragihandin ku di operasyona li parêzgeha Cevîzcanê ya li bakurê welêt 11 milîtanên Talîbanê hatin kuştin.
Berdevkê Parêzgeha Cevîzcanê Reza Xefûrî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku di operasyonên li navçeyên Cevîzcanê Akçe, Murdiyan û Hanakahê da 11 milîtan hatin kuştin.
Xefûrî diyar kir ku di operasyonê da 20 milîtan birîndar bûn û herwisa gelek çek û cebilxane jî hatin qefaltin.
Xefûrî ji xeynî vê got ku li navçeya Qûş Tepeyê jî li dijî rêxistinê dest bi operasyonê kirin.
Di daxuyaniya Talîbanê da jî hat îdiakirin ku di pevçûnê da 5 pasevan hatin kuştin.