01 Tebax 2016•Rojanekirin: 01 Tebax 2016
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesût Barzanî îdia kir ku bêyî piştevaniya pêşmergeyan rizgarkirina Mûsilê pêkan nîne û ragihand ku wê hêz nekevin navenda bajêr tenê alîkariyê bidin.
Di daxuyaniya li ser malpera serokatiya HKIyê da hat diyarkirin ku Barzanî bi serokên eşîrên sunî yên li Mûsilê ra li avahiya Serokatiyê ya li Salahaddînê hat bal hev.
Di daxuyaniyê da cih dan van îfadeyên Barzanî: "Paşva sitandina Mûsilê bêyî alîkariya pêşmergeyan mimkun nîne. Lê belê wê pêşmerge nekevin navenda bajêr wê tenê alîkariyê bidin."
Barzanî got ku divê eşîrên li herêma Mûsilê beşdarî operasyonê bibin, rêya herî rast ev e û ji eşîran xwest ku amadehiya xwe bikin.
Barzanî got ku ji bo eşîrên li herêmê tevlî operasyona rizgarkirinê bibin wê bi aliyên din ra hevdîtinê bike.