Sevim Hatun
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
CAKARTA
Li Endonezyayê li Girava Baliya erdhejeke bi mezinahiya 5,5an çêbû.
Li gor daxuyaniya Ajansa Meteorolojî, Klîmatolojî û Jeofîzîkê (BMKG), navenda erdhejê 11 kîlometre li rojhilatê herêma Karangasemê ye.
Li gor tespîtên ewil mirî û birîndar tunene.
BMKGê û Navenda Tsunamî ya Pasîfîkê ji bo tsunamiyê hişyarî da.