Azat Muhemmet
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 10 Mijdar 2017
HEWLÊR
Waliyê Mûsilê yê Berê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Heşda Nîştimanî Esîl Nûceyfî der barê belavbûna hêza Heşda Şebiyê li Iraqê de got: "Em wek Sunnî bi tu awayî naxwazin Heşda Şebî li Nînowa û temamê cihên binîqaş were bicihkirin. Lewra bicihbûna Heşda Şebiyê metirsiya binpêkirina mafên pêkhateyên dînî û neteweyî derdixîne holê."
Esîl Nûceyfî, li ser geşedanên dawîn ên li herêmê, rewşa Sunniyên Iraqê, çekdarkirina Sunniyan ji aliyê koalîsyonê ve û parçebûna Iraqê daxuyanî da peyamnêrê AAyê.
Waliyê Mûsilê yê Berê li ser çekdarkirina pêkhateya Sunnî ji aliyê koalîsyonê ve wiha xeber da:
"Halê hazir pêkhateyên Iraqê ne muhtacî çekdarkirin û arîkariya eskerî ne. Niha îhtiyaciya Sunniyên Iraqê bi piştgiriya siyasî û însanî heye. Em dixwazin koalîsyon piştgiriyeke zêdetir a siyasî bidin Sunniyên Iraqê. Lazim e ew tesîra neyênî ya li ser Sunniyan û hemû pêkhateyên din ên Iraqê ji ber şerê DEAŞê were kêmkirin."
Ji bo damezrandina herêmeke Sunnî Nûceyfî raya xwe wiha nîşan da:
"Em ji bo avakirina herêmeke Sunnî kar nakin. Lewra li gor destûrê Iraq axa hemû pêkhateyan e. Bexda, Besre û parçe parçe kirina wîlayetên din ên Iraqê ne di berjewendiya kesî de ye. Loma em dixwazin jiyaneke biîstiqrar ji bo hemû pêkhateyan berceste bibe."
Der heqê mewcûdiyeta Heşda Şebiyê li Wîlayeta Nînowayê û deverên din ên Sunnî Esîl Nûceyfî wiha nirxandin kir:
"Em wek pêkhateya Sunnî bi tu awayî ne digel wê yekê ne ku Heşda Şebî li Mûsilê û Deşta Nînowayê were bicihkirin. Herwiha en naxwazin li herêmên binîqaş jî bimîne. Lewra bicihbûna Heşda Şebiyê metirsiya binpêkirina mafên pêkhateyên dînî û neteweyî derdixîne holê."
Ji aliyekî din ve Berdevkê Eşîretên Nînowayê Şêx Muzahim Ehmed Huweyt jî der barê avakirina herêmeke Sunnî de wiha axivî:
"Avakirina herêmeke serbixwe ji bo pêkhateya Sunnî li Iraqê ji bo çareseriyê û tezmînkirina ziyanên me muhîm e. Piştî şerê DEAŞê ziyaneke mezin gihîşt Sunniyan. Çareseriya van ziyanan hemûyan avakirina herêmeke Sunnî ye. Ji bo vê yekê pêwîstiya me bi piştgiriya navneteweyî ye."
Der heqê sînorê herêma Sunnî de jî Huweyt wiha agahî da:
"Heta niha sînorek destnîşan nebûye. Feqet wîlaytên Nînowa, Selaheddîn, Enbar, beşek ji Bexdayê û çend deverên di çarçoveya madeya 140î de ne."
Huweyt destnîşan kir ku divê biryara li ser avakirina herêmeke Sunnî bi pêvajoyeke demokratîk be û welatî bi rêya referandûmê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin."