Li Eniya Tirkmenên Iraqê merasima dewr û teslîmê hat kirin

At Ta mim
Mihemed Saman Agaogluyê ku ji bo Serokatiya Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) hat hilbijartin, peywir ji Hesen Tûran wergirt.
Di merasima dewr û teslîmê ya li avahiya serokatiya ETIyê ya li Kerkûkê da di navbera serokê nû û selefê wî da ala jî hat radestkirin.
Agaoglu daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku di gihîştina wî ya siyasî da keda Eniya Tirkmenên Iraqê gelekî zêde ye û her wiha ETI, parêzvanê herî mezin ê mafên gelê Tirkmen e. Agaoglu got ku lewma jî li hemberî ETI û dozê, deynê wî yê wefayê heye û ew ê di vê çarçoveyê da bibe siyasetmedarekî aktîf.
Agaoglu her wiha bal kişand ku ew ê bi partiyên din ên Tirkmenan ra yên ku di rêgezên neteweyî yên Tirkmenan da xwedî helwesteke eşkere ne, dest bidin destê hev û bixebitin.
Agaoglu got ku ew ê soz û wadên ku pêkhatina wan ne pêkan in nedin tu kesî û her wiha ew ê dêhn û bala xwe bidin ser paşdasitandina di çarçoveya qanûnî da ya mafên xesbkirî yên Tirkmenan.
Agaoglu diyar kir ku baweriya wan bi gelê Tirkmen heye û herî dawî jî spasiya herkesî kir ku piştevanên ETIyê ne.