Elif Orhan
28 Gulan 2019•Rojanekirin: 29 Gulan 2019
Hat ragihandin ku di heyama hilkişîna Çiyayê Everestê ya îsal da 11 kes mirin.
Li gor nûçeya CNNê duh parêzererê Amerîkayî Chrîstoper John Kulîshê 62 salî dema ku ji lûtkeya Everestê dihate xwarê mir.
Hat ragihandin ku Kulîsh dema ku ji ser Everestê hatiye xwarê ji nişka va nexweş ketiye û miriye. Bi mirina Kulîsh jimara kesên ku îsal di heyama hilkişîna Everestê da mirin derket 11an.
Sekreterê Giştî yê Komeleya Çiyageriyê ya Nepalê Kul Bahadur Gurung daxuyaniya xwe da diyar kir ku li Everestê jimara çiyageran zêde ye.
Rayedaran got ku şert û mercên dijwar ên hewayê, kêmasiya tecrubeyê û geştên ticarî yên ku zêde bûn xetereya mirinê jî zêde kir.
Cihên bilind ên Everestê yên ku ji 7 hezar û 900 mêtroyî derbas dibin wekî "qada mirinê" tên binavkirin, tê diyarkirin ku qerebalixa ku ji ber zêdebûna jimara çiyagerên ku dixwazin hilkişin lûtkeyê derket holê jî xetereya mirinê zêde dike.
Di lûtkeya Everestê da ji sala 1922yan vir va ji 200î zêdetir çiyager mirin. Wisa tê bawerkirin ku piraniya cesedê kesên dimrin di bin cemedê da yan jî bin berfê da dimînin.