15 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2016
PARÎS
Li bajarê Nicea ku dikeve başûrê Frensayê kamyonek kete nav qerebalixa ku pîrozbahiyên Roja Neteweyî ya 14ê Temûzê dikirin û di êrîşê da 80 kes hatin kuştin.
Kanala BFMê ragihand ku êrîşa ku 80 kes tê da hat kuştin 42 kes jî birîndar bûne. Herwiha dema ku fîşekên hewayî dihatin havêtin, terorîstê ku bi kamyonê kete nava qerebalixê jî gulle bi ser xelkê da barandin.
Hat ragihandin kamyonê bi mesafeya 2 kîlometreyan welatî perçiqandine.
Walîtiyê ji welatiyan xwest ku ji malên xwe neyêne der.
Dozgeriya Dijeterorê ya Parîsê der barê êrîşê da lêpirsîn dest pê kir.
- "Êrîşkar xelkê Tunûsê ye"
Rojnameya Matin Nicea Herêmî destnîşan kir ku êrîşkar 31 salî ye û bi esil xelkê Tunûsê ye û rûniştinvanê bajarê Niceê ye.
Hat ragihandin ku di dema êrîşê da êrîşkar ji aliyê polêsan va hat kuştin.
- Di kamyonê da rêjeyeke berçav bombe û muhîmat hatin desteserkirin
Ji aliyekî din va di nava kamyona ku di êrîşê da bikar hat da rêjeyeke berçav bombe, çek û muhîmat hatin desteserkirin.
Piştî êrîşê li Wezareta Navxweyî "navenda qeyranê" hat avakirin.
- Hollande gihişt "navenda qeyranê"
Serokomar François Hollande piştî serdana xwe ya bajarê Avignonê vegeriya Parîsê û bi mebesta agahî sitendinê çû navenda qeyranê.
Herwiha Serokomar Hollande biryar da ku Konseya Bergiriya Neteweyî li Koşka Elyseeê der barê êrîşê da bicivîne.