08 Îlon 2018•Rojanekirin: 09 Îlon 2018
HESEKE/ANKARA
Li bajarê Hesekeyê ku dikeve bakurê rojhilata Sûriyeyê, di navbera YPG/PKKya rêxistina terorê û hêzên rejima Beşşar Esed da şerekî mezin diqewime.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî yên li Hesekeyê hat hildan, serê sibê li Qamişloya navçeya Hesekeyê li hin deverên ku hêzên rejima Esed lê ne û terorîstên YPG/PKKya ku navçe îşxal kirine da piştî rageşiyê pevçûn derket.
Hat ragihandin, di pevçûnên ku dewam dikin da 11 eskerên rejimê û 7 terorîstên YPG/PKKyê hatin kuştin, çend YPG/PKKyî jî birîndar bûn.
Çavkaniyan diyar kir, ji ber ku hêzên rejimê li ser rêya Heseke û Qamişloyê baregeha kontrolê danî û ciwanên Qamişloyê girtin, loma pevçûn derket.
Berî niha jî li bajarê Hesekeyê pevçûnên bi vî rengî çêbûbûn.
YPG/PKKya rêxistina terorê û rejima Esed bi hev ra bajarê Hesekeyê bi rê va dibin. Hêzên rejimê li navenda bajarê Hesekeyê Çiyayê Kewkebê, qada ewlehiyê û Tûgaya 156emîn kontrol dike. Li navenda navçeya Qamişloyê jî balafirgehek, tûgaya eskerî û qadeke ewlehiyê di destê rejimê da ye.