İbrahim Atmaca
08 Îlon 2018•Rojanekirin: 08 Îlon 2018
HEWLÊR
Hat ragihandin ku hêzên Îranê êrîşî kampeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ku li Herêma Kurdistana Iraqê fealiyetê dike, kir û di êrîşê da 9 endamên PDKÎyê hatin kuştin û payebilind jî di nav da 30 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyên medyaya herêmî, li Koysancaqa navçeya Hewlêrê dema civînê fuze avêtin kampa PDKÎyê. Di êrîşê da ji şaxa eskerî ya PDKÎyê 9 kes hatin kuştin, ji rayedarên payebilind Mistefa Mewlûdî jî di nav da 30 kes birîndar bûn.
Ji aliyekî din va PKDÎyê daxuyanî da û êrîş piştrast kir û agahiya kuştî û birîndaran da, lê hejmar neda.
Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku wesayîtên bêmirov ên Îranê li herêmê piştî firînên keşifkirinê êrîşeke giran bir ser kampa navborî.
Îranê hê der heqê mijarê da tu daxuyanî nedaye.
PDKÎya ku mixalifê Îranê ye, ji 1996an vir va li kampên bajarê Hewlerê fealiyetê dike. Tê gotin ku ji wê dîrokê vir va Îranê cara ewil êrîşeke ev qasî mezin kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Artêşa Mihafizên Şereşê ya Îranê jî li devera çiyayî ya Merîwana li ser eyaleta Kurdistanê dijî PJAKa rêxistina terorê duh êvarê operasyonê dest pê kir.
Hatibû gotin ku di operasyonê da 6 endamên rêxistinê hatin kuştin.