Elif Orhan
16 Nîsan 2016•Rojanekirin: 17 Nîsan 2016
HEWLÊR
Eleqeyeke mezin nîşanê fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya 11emîn a ku li Herêma Kurdistana Iraqê hat lidarxistin dan.
Organîzatorê Fûarê Newzad Sabîr diyar kir ku di serî de ji ber qeyrana aborî ya li herêmê wisa texmîn dikirin ku beşdarî zêde nebe lê piştî çend rojan beşdariyeke mezin çêbû.
Sabîr qal kir ku qeyrana aborî ya li herêmê tesîrî firotina pirtûkan nekir û got ku "Bereksê hemû texmînan pirtûkhezan eleqeyekî mezin nîşanê me dan. Gelek pirtûkên ku li herêmê di rewşa asayî de nayê peydekirin li gel beşdarvanên fûarê yên ku ji derve tên hene û vê yekê jî tesîreke erênî li ser firotinan kir. Ez dikarim bibêjim ku rêjeya beşdariyê zêde bû."
Sabîr der heqê pirtûkên ku li fûarê herî zêde hatin firotin de wiha got "Par wek kategorî herî zêde pirtûkên dinî û yên zanistên îslamî dihatin firotin îsal bêtir pirtûkên edebî û felsefî hatin firotin."
Sabîr da zanîn ku wek ziman jî di serî de berhemên kurdî û erebî pirtûkên îngilizî, farisî û tirkî jî rastî eleqeyekî mezin hat.
Fûara pirtûkan li Parka Samî Ebdûrrehman a li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistanê hat lidarxistin û ji 20 welatî nêzî 200î weşanxane beşdarî fûarê bûn.