Li Iraqê ji ber şer û pevçûnên li dijî DÎŞI û qeyrana aboriyê "bazara karkeran" hat avakirin.
Bazar, li bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hat avakirin. Di bazara ku bi zaravaya soranî wek "Bazarî Krekaran" tê binavkirin de karkerên îranî, iraqî û sûriyeyî dixebitin. Karkerên ku serê sibê zû tên bazarê, bi karê înşeat, paqijî û karên rojene re mijûl dibin. Herwiha rojane çi kar derbikeve dikin.
-Rojane 25 dolaran qezenc dikin
Ahmet Îbarkayê (54) ku digel malbata xwe ji Şengalê revî hat li Silêmaniyê bi cih bû, serê sibê zû radibe û tevî lawê xwe tê bazarê dixebite. Îbarka got ku di hefteyek de 4 roj ew dixebitin û rojene 25 dolaran qezenc dikin.
Beşdar Mihemedê ku karmende jî li vê bazarê dixebite. Mihed got ew karmend e; lê ji ber ku hikûmeta navendî ji butçeyê para HKIyê nade, ev sê mehin ku mehane nestandiye û wiha berdewam kir: "Ev sê mehin ku mehane nadin me. Ji ber ku nikaribûm debara xwe bikim hatim bazara karkeran. Herçiqas zêde kar tunebe jî ez mecbûrim ku debara xwe bikim. Lewra naçar im."
Kûsey Gaziyê ku ji ber êrîşên DÎŞIyê ji Diyalayê revî û hat herêmê mecbûre ku di bazarê de bixebite jî wiha got: "Li Diyalayê ewlehî nebû. Silêmanî ji Diyalayê ewletir e. Her roj têm vê bazarê. Her tişt nisîb û qismet e. Carinan rojane 3-4 kar bi destê min dikevin. Lê hin rojan dest vala vedigerim malê. Bi vî pereyê ku ji vir qezenc dikim debara xwe derdixim."