KERKÛK
Li Kerkûkê Ereb, Kurd û Tirkmen ji hilbijartina ku dê di 30ê nîsanê bê kirin de hêvî dikin encameke ku dê paşeroja herêmê kifş bike bidest bixin.
Li taxên Mûsalla, Korya, Rêya Bexdayê û Tîmara Tîsîn û Hasayê yên Kerkûkê afîş û nîşaneyên şîn ên Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) serdest in.
Li taxên ku Kurd lê serdest in ên mîna Şorca, Rehîmawa, Îskan û Azadiyê jî afîşên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê balê dikşînin. Li taxên ku wekî yên Ereban tên nasîn ên mîna Hadîdiyan, Wasiti û Yekê Hezîranê jî afîşên namzedên Ereb xuyan dikin.
Li bajêr Kurd û Ereb bi çendîn lîsteyan ve xwe amadeyê hilbijartinê dikin, lê Tirkmen tenê bi lîsteyekê ve beşdarê hilbijartinê bibin.
Wisa tê zanîn ku hikûmeta Bexdayê ya navendî û Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (RHKI) li ser Kerkûkê bi hev nakin. Li gorî madeya 140emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê divê heta dawiya sala 2007an li Kerkûkê referandûm çêbûya û li gorî encamê jî dê yan biçûya li ser Bexdayê yan jî dê biçûya li ser RHKIyê. Lêbelê ji ber hinceta nebûna aramiyê referandûm bi paşde hat avêtin û di heyamên din de jî ji ber sedemên siyasî referandûm pêk nehat.
Aniha hê jî Kurd li ser wê qeneetê ne ku madeya 140emîn derbasdar e, lê Ereb û Tirkmen jî ji bo Kerkûkê daxwaza statuyeke federe dikin.