Çavkaniyên Wezareta Parastinê ragihand ku artêşa Iraqê êrîş bir li ser semta el-Cerayşî ya Enbarê û Elbû Eliyê. Di êrîşan de 13 mensûbên rêxistina DÎŞIyê mirin. Hat ragihandin ku piştî şer gelek çek û malzemeyên şer ên DÎŞIyê hatin bidestxistin.
Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Fellûceyê Ehmed eş-Şamî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û di daxuyaniyê de îfade kir ku li herêmê şer dewam dike, di encama şer de gelek kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Şamî diyar kir ku nêzîkî du mehan e ku di nav artêşa Iraq û "berxwedêrên eşîran" de şer dewam dike. Di şer de gelek kes mirin û gelek jî birîndar bûn û heta niha 115 cinaze û 610 birîndar anîne nexweşxaneyê. Şamî da zanîn ku hin birîndar hêj jî li nexweşxaneyê ne, li vir tên dermankirin û birîndarên ku birîna wan giran e jî sewqî nexweşxaneyên din kirin.