Haydar Karaalp
26 Hezîran 2023•Rojanekirin: 27 Hezîran 2023
BEXDA (AA) -Li paytextê Iraqê Bexdayê liv û tevegera bazarên qurbanê zêde bû. Lê welatî ji ber giraniya bihayan gilîdar in.
Heywandarên hatin bazara qurbanê ya li rojhilatê Bexdayê, diyar dikin ku welatî bêtir pez dikirin. Mişteriyên Bexdayî jî ji ber zêdebûna bihayên heywanan gilîdar in.
Bihayê pezê ji bo qurbanê di navbera 200 û 400 dolarî da, yê dewarên ji bo qurbanê jî di navbera hezar û 700 û 2 hezar dolarî da ye.
Firoşkarê heywanan Rehîm Alwan ê ji peyamnêrê AAyê ra axivî, diyar kir ku heywanên li bazara qurbanê ne îdxal in û biha jî li gorî kîloyên wan tê kifşkirin.
Firoşkar Haşim Celîl jî diyar kir ku berî eydê biha zêde bûn û wiha got, "Însan jî fena berê nikarin heywanan bistînin. Hêza kirînê kêm e. Ji ber bihayê wan, bêtir pez tê tercihkirin."
Hecî Ebû Hewra jî diyar kir ku ew hatiye ji xwe ra qurbanekî bikire. Hewra got ku bihayê goştê sor zêde bûye û welatî nikarin ji xwe ra qurbanê bistînin.