17 Nîsan 2016•Rojanekirin: 20 Nîsan 2016
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê ribêsa ku di nava gel da wekî "mûza çiya" jî tê binavkirin û li serê girê bilind hêşîn dibe, ciyê xwe yê li ser tezgahan girt.
Bi hatina biharê ra ribêsa ku di warê vîtamînên A, E û Cyê da zengîn e, li bazaran ciyê xwe girt. Xelkê ku diçe bazarê herwisa ribêsan jî distîne, ev jî dibe sedem ku kêfa firoşkaran xweş be.
Osman Aydinê ku li serê çiyayên bilind ribêsan berhev dike, ribêsên xwe tîne bazaran û difiroşe. Aydin diyar kir ku bi mehan e li benda demsala ribêsan e û gelekî kêfxweş e ku bihar hat û wî dest bi firotina ribêsan kir.
Aydin bal kişand ku tê zanîn ribês seba zerek, şekir, tansiyon û diyabetê baş e û wiha dewam kir, "Ez desteya ribêsan bi 5 lireyan difiroşim. Xelk jî ribêsên min distîne."
Aydin got ku li gorî salên berê îsal ribês kêm hêşîn bûne.
Ribês, rêvaz, yan jî rimbêz cûre giha / fêkiyeke biharê ye di nav warê kurdan da şîn tê.