BEXDA
Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişand ser qeyrana mirovahiyê ya ku li Iraqê ji ber êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) derket û diyar kir ku rewş niha derketiye asta herî bilind.
Nûnerê Taybet ê NYê Nîckolay Mladenov destnîşan kir ku li Iraqê rewşa acîliyetê divê derxin asta sêyemîn a ku herî bilind de lewra ji bo kesên ku cih û warê xwe terikandine alîkariya xurek, nan û aboriyê lazim e. Mladenov got ku li Iraqê rewşa mirovahiyê her ku diçe tevlihev û xerabtir dibe, dibe ku bibe keraseteke mezin.
Nûnerê NYê diyar kir ku alîkariya ku NY dide êzdiyên ji ber êrîşên DÎŞIyê reviyan xwe spartin Çiyayê Şengal û bajarê Dihokê dê bidome.
Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî di rojên borî de destnîşan kir ku şert û mercên iraqî û êzdiyên ku xwe ji ber êrîşên DÎŞIyê spartine Çiyayê Şengalê baş e, îhtimaleke pir kêm e ku ji bo xelaskirina wan operasyona xelaskirinê bê kirin.