GAZÎANTEP
Serokê berê yê Koalisyona Hêzên Şoreşger û Mixalifan a Sûriyeyê Muaz el-Xetîb (KHŞMS) der barê êrîşên li dijî sûriyeyiyan de wiha got: "Ji bo ku em li Tirkiyeyê di aramiyê de bijîn divê em li gor qanûnan di tevgerê de bin û rêzê nîşanî kevneşopiyan bidin."
Xetîb daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber bûyerên li Gazîentabê gelekî ber xwe ketiye.
Xetîb destnîşan kir ku biratiya di navbera her du welatan de yê demên dirêj bidome û wiha axivî: "Tirkiyeyê bi çavê penabertiyê li me mêze nekir bi çavê mêvantiyê li me mêze kir. Em ji birayên xwe yên ji Tirkiyeyê re sipasdar in ku em hildan mala xwe û nanê xwe bi me re par vekirin. Ji bo ku em li Tirkiyeyê di aramiyê de bijîn divê em li gor qanûnan di tevgerê de bin û rêzê nîşanî kevneşopiyan bidin."
Muaz el-Xetîb bi bîr xist ku hin caran bûyerên ku ew tewsîp nakin derdikevin holê û wiha pê de çû: "Divê ev bûyer neyên mezinkirin. Rihma Xwedê li birayê me yê Hidir Çalar be û Xwedê sebrê bide malbat û eqrebeyên wî. Dibe ku hin sûriyeyî tiştên xelet bikin lê belê meriv nikarê ku bêje hemû kes wisan in. Divê em pirsgirêkên di navbera xwe de bi aqlê selîm çareser bikin. Em ji birayên xwe yê tirk zehf hez dikin. Ji bo biratiya xwe divê bi aqlê selîm bifikirin. Em ji bo ku biratiya xwe bidomînin dixebitin.