10 Gulan 2017•Rojanekirin: 11 Gulan 2017
ENBAR
Hat ragihandin li çola bajarê Enbara Iraqê ku li ser sînorê Sûriyeyê ye 100 milîtanên DEAŞê hatin kuştin
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Yekeya Enformasyona Şer a Wezareta Parastina Iraqê hat dayîn, balafirên şer ên Iraqê li Anhu û El Qaîma navçeyên bajarê Enbarê 11 caran êrîşî hedefên DEAŞê kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di êrîşên navçeya Anhuyê da 47, di êrîşên navçeya El-Qaîmê da jî 53 milîtanên DEAŞê hatin kuştin."
Li gor daxuyaniyê di êrîşan da bombe, drone, kozik û qadên ku lê roketan çêdikin yan jî wesaîtên bombebarkirî amade dikin, hatin bombekirin.