HEWLÊR
Di hikûmeta Iraqê de wezaretên ku para kurdan ketibû, di nav partiyên kurdan de hatin parvekirin.
5 nûnerên partiyên siyasî li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li hev civiyan û wezaretên ku di hikûmeta Haydar El-Îbadî de para kurdan ketibû, li hev parve kirin. Li gor parvekirinê Alîkarîtiya Serokwezîrê Iraqê û Wezareta Darayiyê para Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK), Wezareta Çandê para Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Wezareta Koç û Koçberan para Hereketa Goranê û Wezareta Mafên Jinan para Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) ket. Wezareta dewletê jî bû para Partiya Civaka Îslamî (Komela Îslam).
Civîna ku serokatiya wê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir, 3 saetan dewam kir û Nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Nîkolay Mîladînov jî beşdarî qismekî civînê bû. Mîladînov piştî ku ji civînê derket daxuyanî da rojnamegeran û got ku wezîrên kurd, wê di demek nêz de li Bexdayê dest bi wezîfeyê bikin.
Mîladînov got ku kurdan biryareke durust da û wiha dewam kir: "Feydaye vê biryarê ji bo hemû gelê Iraqê ye. Qeyrana siyasî û leşkerî ya ku li Iraqê didome, tenê bi ereban ve çareser nabe. Divê teqez kurd jî tevê vê pêvajoyê bibûna."
- Pêvajoya Siyasî
Li Iraqê piştî hilbijartinên giştî yên ku di 30ê nîsanê de hatin kirin, Serokwezîr Haydar El-Îbadî hikûmeta nû di 8ê îlonê de ava kiribû. Piştî ku hikûmet ava bû, wezaretên ku para şiî û suniyan ket kifş bû, lê wezaretên wê bidana kurdan hat taloqkirin. Wezîrên kurd di Parlementoya Iraqê de piştî sondxwarinê wê dest bi wezîfeyê bikin.