Yildiz Termînala Baku-Tiflîs-Ceyhanê (BTC) beşdarî bernameya "Li BTCê Şahiya 2 Milyon Warîlan" bû li vir axivî.
Yildiz got ku heta roja îro ji BTCê 2 milyon warîl sewqî piyasayên dinyayê bûn û ji ber vê çendê jî ev merasim girîng e.
Yildiz destnîşan kir ku li Behra Sipî ya Rojhilat cihê ku Kibrisa Başûr û Îsraîl lê be, li wê derê fîzîbîlîteya siyasî zûtir xerab dibe. Yildiz got ku êrîşên Îsraîlê tenê sûcekî mirovahiyê nîne û wiha dewam kir: "Dagirkeriya Xezeyê dide nîşan ku welatên dinyayê di mijara Îsraîl û Xezeyê de bi ser neketin."
- Îdiaya ku Tirkiyeyê sotemenî firot Îsraîlê
Yildiz bi bîr xist îdia dikin ku Tirkiyeyê sotemeniya jetê firot Îsraîlê û wiha pê de çû:
"Em qala nûçeyekê dikin ku nûçe serî heta binî derew e. Heke ku hûn dixwazin li ser têkiliyên bi Îsraîlê re polîtikayan çêbikin, ne hewce ye ku hûn vê polîtikayê li ser derewkariyê çêbikin. Hûn dikarin li ser rastiyan jî polîtikayan çêbikin. Me wek hikûmeta Komara Tirkiyeyê bi tu awayî neft û sotemeniya jetê nefirot Îsraîlê. Firotinên transît yên ku fîrma û welatên din li Tirkiyeyê dikin hene. Ji BTCê neft diçe bi dehan welatan. Dibe ku BPê ev neft firotibe, an jî fîrmayeke din. Ez cardin bibêjim ku me sotemeniya jetê nefirot Îsraîlê."
Yildiz li ser nefta ku ji Herêma Kurdistana Iraqê tê jî wiha got:
"Ji Iraqa Bakur bi qasî 6,2 milyon warîlî sewqiyat hat kirin. Em hesabê van cuda cuda bi Bexda û Hewlêrê re parve dikin. Ji vê heta niha 4,2 warîlî bi 4 kargoyan hat sewqkirin. Ev nefta Iraqê ye. Iraq petrola xwe sewqî ku dike, kîjan îxaleyî dike, bi kîjan fîrmayan re peymanê dike ew dizanin. Ev kar di berpirsiyariya Tirkiyeyê de nîne."