MÛSIL
Di navbera pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û endamên rêxistina terorî ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de şer didome.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan pêşmerge û endamên DÎŞIyê li herêma Bûwîzeya Mûsilê pevçûn. Di pevçûnê de ji DÎŞIyê 5 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn, pêşmergeyan 4 endamên DÎŞIyê jî dîl girtin.
Ji aliyê pêşmergeyan jî 3 kes mirin û 2 pêşmerge jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve hat gotin ku HKIyê ji hewayê ve êrîşî bajaroka Karkûş a ku di bin kontrola DÎŞIyê de ye kir û bi dehan milîtanên rêxistina terorî mirin. Lê der heqê hejmara miriyan de tu agahî nehat parvekirin.
Ji aliyê din ve duh jî parlementerê êzîdî yê ji partiya Yekîtîya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Feyyan Dahîl di civîna çapemeniyê ya ku li parlementoya Iraqê li dar xist de eşkere kiribû ku DÎŞIyê li Şengala navçeya Mûsilê ji êzîdiyan 500 kes kuştiye û 500 jin jî wek cariye dîl girtiye û biriye herêmên nêzî Telaferê.
Dahîl di axaftina xwe de ragihandibû piştî ku DÎŞI ket Şengalê bi qasî 30 hezar malbatî koç kir. Di nav van koçberan de ji ber şert û mercên nexweş yên koçberiyê 100 kes mirin. Ji van kesan 70yî wî zarok in û di nav yên mayî de kal, pîr û jin jî hene.
Li Iraqê ev demeke ku di qada birêvebirinê de otorîteyeke pir xurt tuneye û ji ber vê jî milîtanên DÎŞIyê kontrola hin herêmên wek Mûsil û Tikrîtê bi dest xistin. Ji ber şer û pevçûnan nêzî milyonekî însanê sivîl ji bi mecbûrî ji cih û warên ku lê diman koç kirin. Li hin herêmên Mûsilê ev demeke ku pêşmerge û endamên DÎŞIyê şer dikin.