Fatih Gazioğlu
06 Îlon 2018•Rojanekirin: 06 Îlon 2018
SAPPORO
Li Hokkaîdoya herêma Japonyayê bi lerza 6,6 erdhejek çêbû.
Li gor agahiya ku di malpera Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ku erdhej 27 kîlometre dûrî bajarê Tomakomaiya li rojhilatê bajêr qewimî. Erdheja bi lerza 6,6an 33,4 kîlometre di bin erdê da çêbû.

Li gor nûçeya ajansa Kyodoyê Şînzo Abeyê Serokwezîrê Japonyayê bona tespîta xisar û alîkariya merivên li wê derê dijîn telîmat daye rêvebiran.
Li gor agahiyan ji ber erdhejê li herêma Hokkaîdoyê ceryan hatine birîn û li bajarê Sapporoyê jî xizmeta telefon û weşana televîzyonê jî sekîniye.