Türkan Tosun
06 Îlon 2018•Rojanekirin: 06 Îlon 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand mizakereyên tîcarî yên bi Kanadayê ra baş derbas nebûne û wiha got: “Heke mizakere kêr neyên evê ji bo welatê me baş be, lê ji bo Kanadayê wê nebaş be."
Trump li Qesra Spî bi Mîrê Kuweytê Şêx Sabah ra hevdîtinek kir, lê beriya hevdîtinê Trump daxuyanî da rojnamevanan.
Trump behsa mizakereyên tîcarî yên di navbera Amerîka û Kanadayê da kir û got mizakere di nav "rageşî"yê da derbas bûne û heke ew bi Kanadayê ra li hev nekin jî welatê wî wê tu zirarê nebîne.
Trump got heke ew li hev nekin Kanada wê zirareke mezin bibîne û wiha dewam kir: "Heke mizakere kêr neyên evê ji bo welatê me baş be, lê ji bo Kanadayê wê nebaş be."
Trump Peymana Bazirganiya Serbest a Amerîkaya Bakur (NAFTA) ya ku 24 sal berê di navbera Amerîka, Meksîka û Kanadayê da çêbûye careke din wek "peymaneke pir xirab" bi nav kir.
Ji bo vê peymanê Trump par gotibû divê li ser vê hin nûkirin bên kirin û gotibû di halê nû da dibe ku Kanada cih negre.