Bilal Güler
18 Tebax 2022•Rojanekirin: 19 Tebax 2022
Hat ragihandin, li Kabula paytexta Efxanistanê duh piştî nimêja mexribê li mizgeftekê teqîn çêbû, 21 kes hatin kuştin.
Berdevkê Midûriyeta Ewlekariya Kabulê Xalid Zadran ji Tolo TVyê ra axivî û der heqê teqîna duh a li Mizgefta Sadiqiyeyê ya li taxa Serê Kotal a li herêma Xêrxaneyê, agahî da
Zadran diyar kir ku di encama teqînê da 21 kes hatin kuştin, 33 kes jî birîndar bûn.
Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.
Berdevkê Talibanê Zebihûllah Mucahid di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê da bûyer şermezar kiribû û ragihandibû ku kiryar dê di demeke nêz da bên dîtin.