Fatih Gazioğlu
13 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
TORONTO
Li Torontoya bajarê Kanadayê keçikeke 11 salî ya misilman rastî êrîşa bimeqes hat.
Li gor agahiyan, Khawlah Nomana 11 salî gava ku xwest biçe mektebê kesekî di destê wî da meqes rêya wêya wê birî. Êrîşkar xwest ku desmala serê keçikê bibire. Bûyer li ser gilîdarbûna keçikê derket holê.
Khawlah Nomana 11 salî daxuyaniyek da nûçegihanan û got ku ew gelekî tirsiyaye. Khawlah Nomanê wiha got:
"Kesek li pişt min ve hat û xwest bi meqesê desmala min bibire. Min kir qêrîn. Li ser vê revî çû lê piştî demeke din dîsa hat û bi meqesê desmala min birî."
Justin Trudeauyê Serokwezîrê Kanadayê li ser bûyerê daxuyaniyek da û wiha axivî: "Ez bi dil û can ligel vê keça misilmanim. Ez texmîn dikim ka ew çawa tirsiya ye. Bila ew û malbata wê bizane, Kanada ev nîne."
Kathleen Wynna Serokwezîra Ontarîo û John Toryê yê Serokê Şaredariyê Torontoyê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir.
Ji bona girtina êrîşkar xebatên lêgerînê dewam dikin.