Haydar Şahin
13 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nikki Haleya Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê di yar kir ku Amerîka ji peymana ku bi Îranê ra li ser nukleerê çêkiribûn venakişe û got, "Dibê em destûrê nedin Îranê ku xwe di pişt peymana nukleerê da veşêre û hemû normên navneteweyî û biryarên NYyê binpê bike."
Piştî ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê miafiyeta zextên di çarçoveya peymana nukleerê ya Îranê da "cara dawîn" dirêj kir Haleyê daxuyaniya nivîskî da.
Haleyê got ku Amerîkayê li ser şertên peymana nukleerê ya bi Îranê ra hat çêkirin bimîne dibê dewletên din jî di vê mijarê da li aliyê Amerîkayê bin û wiha axivî: "Em ê toleransê nîşanî helwestên Îranê yên xeternak ên ku îstiqrarê xirab dikin nedin."
Haleyê axaftina xwe wiha domand: "Ji bo ambargoya sîlahan a ku Îranê binpê dike pêk bînin, piştgiriya ku dide terorê bidin sekinandin û îxlalkirina mafên mirovan derxin holê ji bo hevkariya navneteweyî ya NYyê da em li bendê ne. Dikarin hemû gavan ji peymana nukleerê azad biavêjin. Heke di vê mijarê da lihevkirineke navneteweyî çênebe û ew ê derkeve holê ku peymana nukleerê li pêşiya aştiyê asteng e. Dibê em destûrê nedin Îranê ku xwe di pişt peymana nukleerê da veşêre û hemû normên navneteweyî û biryarên NYyê binpê bike."
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê diyar kiribû ku cara dawîn muefiyeta ji mueyîdeyên ji ber peymana nukleerê ya Îranê dirêj dikin.