Haydar Şahin
30 Îlon 2017•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2017
BARSELONA
Rêveberiya Katalonyaya xweser a li rohilatê Îspanyayê ligel dereqanûnîbûna referandumê dixwaze ku di 1ê cotmehê da referanduma serxwebûnê bike û ji ber vê ragêşî zêde dibe.
Ji bo roja referandumê ya 1ê cotmehê hindik dem ma û komên alîgirên serxwebûnê ji bo ku xwendingehên ji bo dengdayînê hatine eşkerekirin neyên girtin li ber xwe didin, zarokên xwe jî hildidin ba xwe û li xwendigehan şeva xwe derbas kirin.
Hat ragihandin ku li vê herêmê 60 hezar dildarî ji bo ku xwendingehê lê deng bên dayîn neyên girtin çalakî dan destpêkirin, ji bo ku têkevin xwendingehan çalakiyên çandî li dar xistin.
Hat ragihandin ku Mossos d'Esquadraya polêsên herêmê ji bo ku ragêşî dernekeve destûr dan ku hin malbat têkevin xwendingehan.
Wek mayîn li gor telîmata ku Dadgeha Bilind a Edaletê ya Katalonyayê (TSJC) dibê Mossos d' Esquadraya polêsên herêmê hetanî saet 06.00ê 1ê cotmehê hemû avahiyên herêmê bigrin.
- Dengdayîna li ser înternetê hat qedexekirin
Hikûmeta herêmê ya Katalonyayê xebitî ku ser înternetê dengên xwe bidin lêbelê bi midaxeleya cendirmeyan ev jî hat qedexekirin.
Cendirme çûn Navenda Telekomînîkasyon û Teknolojiya Ragihandinê (CTTI) û Navenda Ewlehiya Ragihandinê ya Katalonyayê (Cesîcat) û biryara TSJCyê ya ku dibêje malperên bi navê "Erê" yên ku ji bo dengdayîna ser înternetê hatine vekirin bira bên girtin.