Ali Makram Ghareeb
09 Hezîran 2023•Rojanekirin: 10 Hezîran 2023
Hat ragihandin ku li Kerkûka bajarê Iraqê ji ber şewba vîrusa Ebolayê kesek mir, 2 kes jî tên tedawîkirin.
Midûrê Tenduristiyê yê Kerkûkê Ziyad Cubûrî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku şewb cara ewil e li Kerkûkê tê dîtin û kesek mir, yek jê giran du kes jî li nexweşxaneyê tên tedawîkirin.
Cubûrî diyar kir, ji bo ku şewb bela nebe, wan li bajêr tevdîrên girîng û cidî hildan, wan ji bo tedawiya kesên ku bi şewbê ketine nexweşxaneyek veqetand.
Cubûrî daxuyand ku di du rojên dawîn da testa 30 kesî hat kirin û encam wê sibê derkevin, ji bo ku ew pêşî li ber şewbê bigirin wê tevdîran zêde bikin.
Cubûrî ji çapemeniyê piştgirî xwest û wiha dewam kir, "Ji bo ku welatî pê agahdar bibin û guh bidin tevdîrên ku tên hildan, rola çapemeniyê pir giring e. Ji bo vê jî pêdiviya me bi piştgiriya çapemeniyê heye."
Vîrusa Ebolyayê ya ku dibe sedema agirê zêde yê xwînî, cara ewil di sala 1976an da li Nzara bajarê Sûdanê û Yambaya bajarê Komara Demokratîk a Kongoyê di heman heyamê de hatibû tesbîtkirin.
Şewb ji ber ku li gundekî nêzîkî Çemê Ebolayê ya Komara Demokratîk a Kongoyê hatibû tesbîtkirin navê vî çemî li vê nexweşiyê kiribûn.
Vîrusa Ebolayê di çileya pêşîn a 2013an da li Afrîkaya Rojava belav bûbû.
Di navbera salên 2014-2017an da li Gîne, Lîberya û Sierra Leonyê jî kişiyabû 30 hezar kesî û ji 11 hezarî zêdetir meriv bi vê nexweşiyê miribûn.