22 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2016
KERKÛK
Li Kerkûka Iraqê pevçûnên di navbera milîtanên DEAŞa rêxistina terorê û hêzên ewlehiyê da li kuçe û kolanan cardin dest pê kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li bajêr ragihand pevçûnên di navbera milîtanên DEAŞê û hêzên ewlehiyê da li taxên Dumiz, 1ê Hezîranê û Esra Mahkudinê zêde bûn.
Hêzên ewlehiyê bi wesaîtên bizirx dikevin kuçeyên ku milîtan lê ne û şer dewam dike.
Kosret Resûlê Alîkarê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê di daxuyaniya xwe ya do da destnîşan kiribû ku li Kerkûkê ji sedî 90 talûkeya êrîşa DEAŞa rêxistina terorê ji holê rabûye.
DEAŞê do bi şev li nav Kerkûkê Dibisê êrîşên xwekujiyê kiribû û di êrîşan da 17 kes miribûn û ji 40î zêdetir kes jî birîndar bûbûn.