Abdullah Tel
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê hin kiryarên nediyar êrîşa çekdarî birin ser Buroya Musallayê ya Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI).
Berpirsê Çapemeniyê ya Midûriyeta Polêsên Kerkûkê Afrasyav Kamil daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hin kesan bi çekên RPG û otomotîk va êrîşî ser Buroya Musallayê ya ETIyê kirin.
Piştî êrîşê li derdorê tewdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan û ji bo qefaltina êrîşkaran jî jêpirsînê dest pê kir.
Berpirsê Buroya Musallayê ya ETIyê Mutasam Kasapoglu jî diyar kir ku êrîşên dijî buroya wan tên kirin zêde bûn û baş bû ku tişt bi kesî nehat lê zirar gihîşt buroyê.
Kasapoglu xwest ku bila buroyên wan ji hêla hikûmetê va bên parastin û wiha dewam kir: "Bi tu awayî rê li ber van êrîşan nayê girtin. Em dixwazin bila hêzên ewlehiyê êdî rê li ber van êrîşan bigirin."