Türkan Tosun
05 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
KERKÛK
Hat ragihandin li Kerkûka bajarê Iraqê du êrîşên xwekujiyê li hember ofîsa Haşdî Şebî hatin kirin.
Li gor agahiya rayedarên ewlehiyê yên li herêma bûyerê, li taxa Atlasê ya Kerkûkê bi motosîkletên bombebarkirî va li dû hevdu êrîşên xwekujiyê li hember ofîsa Haşdî Şebî hatin kirin.
Di êrîşa li hember ofîsa Saray es-Salamê de der barê hejmara mirî û birîndaran de hê tu agahî nehatiye dayîn.
Saray es-Salama ku girêdayî serokê şiî Muqteda es-Sadr e di nav koma Haşdî Şebî de tevdigere.
Di 16ê cotmehê de piştî ku pêşmerge bê pevçûn vekişîbûn artêşa Iraqê, polêsên federal û hêzên Haşdî Şebî ketibûn Kerkûkê.