Muhammet İkbal Arslan
21 Sibat 2022•Rojanekirin: 22 Sibat 2022
Li Komara Tirkan a Qibrisa Bakur (KKTC) bi serokatiya Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Neteweyî (UBP) Faîz Sucuoglu bi beşdariya Partiya Demokrat (DP) û Partiya Ji Nû Va Vejînê (YDP) hikûmeta koalîsyonê ya nû ava bû.
Sucuoglu lîsteya kabîneyê pêşkeşî Serokomar Ersin Tatar kir.
Piştî pêşkeşiyê Sucuoglu daxuyanî da rojnamevanan ku Serokomar Tatar lîsteyê pesend kiriye.
Sucuoglu navê parlementerên di kabîneya hikûmeta 38emîn da cih digirin wiha eşkere kir: "Serokwezîr Faîz Sucuoglu, Wezîrê Aborî û Vejenê Kutlu Evren, Wezîrê Turîzm û Hawîrdor Fîkrî Ataoglu, Wezîrê Karên Derva Hasan Taçoy, Wezîrê Darayiyê Sunat Atun, Wezîrê Karên Navxweyî Unal Ustel, WezîrêÎskan û Gihandinê Erhan Arikli, Wezîrê Perwerdeya Netewyî û Çandê Nazim Çavuşoglu, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Siruştî Dursun Oguz, Wezîrê Tenduristiyê Alî Pîllî, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Oguzhan Hasîpoglu."
Sucuoglu anî ziman ew bawer dikin ku ev hikûmet wê demeke dirêj desthilat bibe û wiha axivî: "Ev pêvajo ji hêla aboriyê va pêvajoyeke tije pirsgirêk in. Me hevalên xwe yên di heyama berê da tecrube qezenc kirine hilbijart. Ev kabîne ne kabîneyeke wê 5 sal dewam bike ye, piştî demekê em ê wezîfeyê bidin hevalên xwe yên nehatine wezîfedarkirin jî."
Sucuoglu got piştî dengdayîna pêbaweriyê ew ê ji UBPyê namzetekî Serokê Meclisê eşkere bikin û got bila ev hikûmet li ser xêrê be.
Sucuoğlu, uzun süreceğine inandıkları bir hükümet oluşturduklarına vurgu yaparak, istikrarın önemine dikkati çekti.
Serokomar Tatar di 8ê sibatê da Sucuoglu wezîfedar kiribû ku ew hikûmetê ava bike.