Haydar Şahin
20 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2019
Li Lîbyayê yekîneyên Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya navneteweyî tê naskirin êrîşî kozikên hêzên General Xelîfe Hefter ên li Terhuneya li başûrê rojhilatê Trablusa paytext kirin.
Mistefa el-Meceiyê Berdevkê Operasyona Burqan el-Xedebê ya girêdayî HMNyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li hedefên Hefter ên li Sîdî Sayda herêma Terhuneyê xistin.
Hefterê serokê hêzên çekdar ên li rojhilatê welêt ji bo Trablusê zeft bike di 4ê nîsanê da fermana êrîşê dabû û li ser vê HMNya navneteweyî meşrûiyeta wê heye operasyon dabû destpêkirin.
Xelîfe Hefterê ku negihîştibû mirazê xwe herî dawîn di 12ê berfanbarê da bi navê "Şerê Eşkerekirinê" ferman dabû ku êrîşî Trablusê bikin.
Li dijî fermana êrîşê ya Hefter li Mîstrata û 10 bajarên li rojavayê welêt seferberî hatibû îlankirin.