31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
QUDIS
Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê li bakurê rojhilata Qudsê êrîş bir ser qampa milteciyên Kalandiyayê. Di şer de 3 filistinî birîndar bûn
Li gorî agahiyên kesên bûyerê dîtin, leşkerên Îsraîlê ketin qampê û 3 filistînî binçav kirin û li ser vê di navbera leşkerên Îsraîlê û welatiyên Filistînê da pevçûn derket. Leşkerên Îsraîlê gule berdan ser filistîniyan.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê yê Filistînê, di êrîşê da 3 filistînî birîndar bûn û li Ramalahê li Kompleksa Medîcal a Filistînê tên tedawîkirin.