Önder Beyter
28 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Li Maliyê li bajarê Koroyê bombeya ku kiribûn hundirê cesedekî teqiya, 17 kes hatin kuştin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya xumalî, li bajarokê Dainkabou ya nêzîkî bajarê Koroyê li gundekî, kesekî ku ji malê derket ku li heywanên xwe bigere, wenda bû. Malbata kesê wenda piştî çend saetan rastî cesedê wî hatin.
Lêbelê gava ku malbat û xizmên wî nêzîkî cesed bûn, teqemeniya ku di hundirê cesed da hatibû bicihkirin, teqiya. Di bûyerê da 17 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.
Dawiya hefteyê li cîranê Maliyê li Burkina Fasoyê êrîşeke bi heman rengî hatibû kirin. Di êrîşa dijî artêşê da di encama teqîna bombeya ku kiribûn hundirê cesed da 2 esker hatibûn kuştin, 6 jê jî birîndar bûbûn.
Li milê bakur û naverasta Maliyê ji sala 2012an vir va pevçûnên cudaxwaziyê û êrîşên terorê çêdibin. Çi 4 hezar eskerên ku Fransayê bi navê "Operasyona Barkxaneyê" li Maliyê bi cih kirin û çi jî hêza aştiyê ya bi navê Mîsyona Îstiqrara Entegreyê ya Piralî ya Maliyê ya NYyê ku ji 15 hezar kesî pêk tê û di pêşengtiya Neteweyên Yekbûyî da hat damezirandin, heta niha jinavbirina gefa li ser ewlekariyê da bi ser neketin.