VERACRUZ
Midûrê Rêveberiya Rewşa Lezgîn Rîcardo Maza Limon, daxuyanî da û got ku qeza li ser otobana Acayucanê ya herêma paytext Tabassoya Vecaruza eyalet pêk hat. Lîmon got ku bi tesîra li hev qelibînê agir bi otobêsê ket û 36 kes di otobêsê de şewitîn û mirin.
Serokê Dewleta Meksîkayê Enrique Pena Nîeto li ser hesabê xwe yê Twîtterê sersaxî da malbatên ku xizmên wan di qezayê de mirin.