LAGOS
Hat ragihandin ku li Abujaya paytextê Nîjeryayê di garaja mezin a otobêsan de li cihê şirketa otobêsê ya El Rufaiyê êrîşeke bibombe hat kirin. Tê gotin dibe ku hejmara kesên ku di êrîşê de mirin bigihîje 200 kesî.
Rojnameyên herêmî yên bi navê Premîum Times û PM News gotin ku hejmara kesên ku di êrîşa li taxa Nyanyayê de mirin qasî 200 kesan e, lê dibe ku ev hejmar zêde jî bibe.
Di nûçeya Premîum Timesê de hat gotin ku di otobêsan de rêwî hebûn. Ji rêwiyan kesên ku birîndar bûn bi ambulans û wesayitên polêsan ve rakirin nexweşxaneyan.
Şahidê bûyerê Umar El Hasan agahî da nûçegihanê AAyê û got ku wî li cihê bûyerê herî kêm 15 laş li erdê dîtine û ew jî hema bi şans ji êrîşê sax xilas bûye. Hasan got ku kesên ku di êrîşê de mirin ji wan gelek welatiyên ku serê sibê diçûn karên xwe hebûn.
Şahidekî din jî got ku hejmara miriyan dibe ku zêde bibe. Polêsan û rayedarên artêşê der barê bûyerê de hîn daxuyaniyek nedaye.