13 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2018
MINBIC/ANKARA
Derkete holê ku PYD/PKKya rêxistina terorê li Minbica bajarê Sûriyeyê ya ku dagir kiriye 2 sivîl bi êşkenceyê kuştine û li ser vê protesto hatin kirin.
Gelê Minbicê duh cesedê Hannan El-Cerîweyê 25 salî û Ebbud el-Mînhanê 23 salî dîtibûn.
Li Kebîr Îmoya gundê 20 kîlometreyî li dûrî navenda navçeyê cesedê ciwanan hatibûn dîtin û serê yekî hatibû jêkirin.
Wêneyên ciwanan di medyaya civakî da hatin weşandin û malbatan ew teşxîs kirin, piştî vê di navbera malbatên ciwanan û PYD/PKKyê da pevçûna çekdarî derketibû.
Piştî nimêja înê bi sedan kesên ji Minbicê ji bo protesto kom bûn. Çalakvanan xwestin ku bira rêxistin demildest ji navçeyê vekişe û sûcdar bên teslîmkirin.
Li Minbicê wehşeta PYD/PKKyê hat protestokirin
PYD/PKKya rêxistina terorê li Minbica bajarê Sûriyeyê ya ku dagir kiriye 2 sivîl bi êşkenceyê kuştin û li ser vê protesto hatin kirin.
13.01.2018
Paşê cesed ji morgê hildan û birin li gundê wan binax kirin.
Wekî mayîn çalakvanan bangî gelê navçeyê kir ku ji bo protestokirina îxlal û sûcên ku rêxistin dike roja yekşemê grevê bikin.
PYD/PKKyê bi piştgiriya Amerîkayê va di dawiya 2015an da Minbica li rojavayê Feratê zeft kiribû. Rayedarên Amerîkayê teehhud kiribûn ku piştî DEAŞ ji navçeyê were derxistin endamên rêxistinê ew ê ji navçeyê vekişin lêbelê rêxistin dagirkeriya xwe didomîne.